Biryara yekem rûniştina Parlemantoya Kurdistanê derket
Encûmena Dadwerî li Herêma Kurdistanê di biryareke herêmî de bangeşe li parlemanterên xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê kir, ku roja 6ê Mijdarê yekem rûniştina parlemantoyê encam bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Dadwerî li Herêma Kurdistanê di biryareke herêmî de bangeşe li parlemanterên xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê kir, ku roja 6ê Mijdarê yekem rûniştina parlemantoyê encam bide.
Li gor nivîsekê ku wêneyek jê ket destê K24ê, tê de hatiye xwastin kandîdên di xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê de biser ketine, roja 6ê vê mehê demjimêr 12.00 bicivin.
Li gor peyrewa navxweyî ya parlemantoya Kurdistanê, yekem rûniştin bi serokatiya mezintirîn parlemanter dibe, ew jî Rêvîng Herûrî ji fraksiyona PDKê ye, ku jidayikbûna sala 1951an e.
Roja 30î Îlonê hilbijartinên xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê birêve çû, li gor encaman jî PDKê 45 kursî, YNK, 21 kursî, Tevgera Goranê 12 kursî, Nifşê Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî, Lîsta Ber bi Îslahê 5 kursî, Lîsta Azadî 1 kursî û Lîsta Serdem 1 kursî bidest xistine.
S. B