Di bûyereke tirafîkê de pênc Pêşmerge birîndar bûn

Ji encama lihevketina du otombêlan li ser riya di navbera Kelar û Kifrî de, pênc Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ji encama lihevketina du otombêlan li ser riya di navbera Kelar û Kifrî de, pênc Pêşmerge birîndar bûn.

Peyvdarê Polîsê Tirafîka Germiyan Karzan Mecîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew bûyer ji encama lihevketina du otombêlên ji corê Toyota Corola û Opel bû û bi sedema wê, pênc Pêşmergeyên fewca 3yan a lîwaya 136an birîndar bûn.

Herwiha Karzan Mecîd diyar kir, birînên wan Pêşmergeyan sivik in û ji bo nexweşxaneya giştî ya Kelar hatin veguhestin û birînên wan hatin dermankirin.

N.O