Firokeyek bi neçarî li firîngeha Hewlêrê daket

Ew firoke ya hêla ezmanî ya Iraqê bû, 98 sernişîn têde bûn, dixwest ber bi Necefê ve biçe, lê dema firiya, hin firinde li bask û mîtorê wê ketin, vê yekê hişt ku bi neçarî li firîngeha Hewlêrê dakeve.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Demjimêr 10ê sibeha îro, firokeyeke hêla ezmanî Iraqî, ji firîngeha Navdewletî ya Hewlêrê firiya, lê piştî demeke kin bi neçarî vegeriya û li firîngehê daket.

Rêvebira Firîngeha Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq ragihand, ku ew firoke ya hêla ezmanî ya Iraqê bû û 98 sernişîn têde bûn, dixwest ber bi Necefê ve biçe, lê dema firiya, hin firinde li bask û mîtorê wê ketin, vê yekê hişt ku bi neçarî li firîngeha Hewlêrê dakeve.

Telar Fayiq tekez kir, ku tevahiya sernişînan û firoke jî bi selametî daketine, tenê kaptinê firokeyê, daku ti bûyer nebin, li bi firokeya xwe li firîngeha Hewlêrê daket.

Wêneyên ku Rêvebira Firîngeha Navdewletî ya Hewlêrê belav kiriye, şûnwarên xwîna wan firindeyan li ser baskê firokeyê û derdora mîtorê wê xuya dibin.

N.O

Fly Erbil Advertisment