Salih Mislim: Tiştê li Efrînê bû li navçeyên rojhilatê Firatê nabe

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya TEVDEMê Salih Mislim ragihand, ku Tirkiyê bi riya êrîşên xwe yên li rojhilatê Firatê dixwaze fişaran li Hevpeymaniya Navdewletî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya TEVDEMê Salih Mislim ragihand, ku Tirkiyê bi riya êrîşên xwe yên li rojhilatê Firatê dixwaze fişaran li Hevpeymaniya Navdewletî bike.

Salih Mislim diyar kir, ku hejmarek ji şervanên Kurd ên ku li eniyên şer bûn û dûrî navçeyên Kurdî bûn, niha vegeriyane navçeyên xwe û ji bo her operasyoneke çaverêkirî ji aliyê Tirkiyê ve, xwe amade kirine.

Mislim tekez jî kir, ku beramberî her karekî şaş ji aliyê Tirkiyê ve, wan û HSD hemû amadekariyên xwe kirine.

Navhatî got jî: Her dema mijar girêdayî Kurdan be kes destwerdanê nake ji ber vê yekê jî em pişta xwe bi ti aliyekî ve girê nadin.

Wî berpirsê TEVDEMê got jî: Êrîşên Tirkiyê fişaran li ser Hevpeymaniya Navdewletî çêdikin, lê tiştê li Efrînê çêbû li navçeyên rojhilatê Firatê çênabe.

N.O