PDK wê li gel hevpeymanên xwe yên nêzîk Hikûmetê pêk bîne
Piştîwan Sadiq: PDK mifa ji ezmûna berê wergirtiye, dema ku hin aliyan, di kêlîkên dijwar de, pirsgirêk ji Hikûmetê re çêdikirin û dawî jî xwe dikişandin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, ku di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de, PDK hêza yekem derket û ewê li gel hevpeymanên xwe yên nêzîk Hikûmetê pêk bîne, lê rewşa Kurdistan wê yekê dixwaze aliyên din jî, bi teybetî YNK beşdarî Hikûmetê bin.
Piştîwan Sadiq diyar kir, ku PDK mifa ji ezmûna berê wergirtiye, dema ku hin aliyan, di kêlîkên dijwar de, pirsgirêk ji Hikûmetê re çêdikirin û dawî jî xwe dikişandin.
Sadiq behsa wê yekê jî kir, ku ezmûna derbasbûyî tal bû û ji bilî kirîza diravî û şerê DAIŞê û daketina nirxê petrolê ku bi ser Herêma Kurdistanê de hatin, vekişîna hin aliyan ji Hikûmetê jî bargiraniyeke mezin bû.
N.O