HSD: Li ser daxwaza Hevpeymaniyê me bersiva Tirkiyê neda

Mistefa Balî: HSD li ser daxwazên fermî yên Hevpeymaniya Navdewletî, bersiva êrîşên Tirkiyê neda û derfet ji bo dîtina çareyeke dîplomasî hiştiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rêvebirê ofîsa ragihandinê ya Hêzên Sûrya Demokrat Mistefa Balî ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî rênimayên xwe derbarê navçeyên di destê HSDê de daye xuyakirin û ji erkê wê ye berevaniyê di ber wan navçeyan de bike û rê li ber êrîşên Tirkiyê bigire.

Mistefa Balî tekez kir, ku HSD li ser daxwazên fermî yên Hevpeymaniya Navdewletî, bersiva êrîşên Tirkiyê neda û derfet ji bo dîtina çareyeke dîplomasî hiştiye.

Balî eşkere kir, ku niha Hevpeymaniya Navdewletî pilanekê amade dike, ji bo xalên çavdêriyê li ser sînorên Sûrya û Tirkiyê pêk bîne, daku rê li ber êrîşên Tirkiyê bigire.

Navhatî tekez kir, ku Artêşa Tirkiyê hêzeke mezin beramberî Girê Sipî û Kobanê belav kiriye û heger ji xwe re derfetê bibîne, wê dest bi operasyoneke serbazî bike.

N.O