Referanduma serxwebûna Caledonia Nû biser neket

Emmanuel Macron: Welatiyên Caledonia Nû di piroseya referanduma serxwebûnê de, deng li dijî serxwebûnê dane bi vê yekê wê Caledonia Nû ser bi Firensa ve bimîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Firensa Emmanuel Macron ragihand, ku welatiyên Caledonia Nû di piroseya referanduma serxwebûnê de, deng li dijî serxwebûnê dane bi vê yekê wê Caledonia Nû ser bi Firensa ve bimîne.

Ajansa France-Presse belav kir, ku 56.4% ji welatiyan, deng ji bo mana Caledonia Nû bi Firensa re dane û bi vê yekê hêzên serxwebûnxwaz şok bûn, ji ber ku wan hizir dikirin ku piraniya dengan ji bo serxwebûnê bin.

Caledonia Nû ku ji çendîn giravan pêk tê û dikeve başûrê Zerya Hêmin, weke herêmekê ser bi Firensa ve tê naskirin û salane Hikûmeta Firensî milyarek û 500 milyon Dolar, wek budce radestî Caledonia Nû dike.

Hejmara welatiyên wê herêmê nêzîkî 270 hezar kes e û ji wan jî, nêzîkî 170 hezar kes, mafê wan yê dengdanê hebû.

Di sala 1998an de, li gorî rêketinekê, ku bi Bereya Matîgnon tê naskirin, biryar hat dayin ku desthilata Parîsê li ser wê herêmê nemîne referandumek ji bo serxwebûnê ji Firensa bê encamdan, lê ew referendum ji bo sala 2018an hat paşxistin ku îro hat encamdan û piraniya welatiyan xwestin bi Firensa re bimînin.

N.O