Amerîka “girantirîn” siza li ser Îranê disepîne

Îro 5ê Mijdarê qonaxa duyem a sizayên abûrî û petrolê yên Amerîka li ser Îranê dest pê dike, yek ji armanca wan sizayan jî ew e, rêgirin li ber hejmûna Îranê li Rojhilata Navîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 5ê Mijdarê qonaxa duyem a sizayên abûrî û petrolê yên Amerîka li ser Îranê dest pê dike, yek ji armanca wan sizayan jî ew e, rêgirin li ber hejmûna Îranê li Rojhilata Navîn e.

Îro demjimêr 16:30 bi dema Hewlêrê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Gencîneya Amerîkî Steven Mnuchin di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên wan sizayan aşkere dikin.

Ew sizayên Amerîka yên di sala 2015an ve hatine rawestandin, careke din vedigerin û ji bilî wan sizayên kevin, Washington siza bi ser 300 kompanyayên petrolê, kompanyayên veguhastinê û bankê disepîne.  

Amerîka 12 merc ji bo rakirina sizayan li ser Îranê daniye, ew jî ev in:

1- Rê bide ajansên navdewletî yên enerjiya atomî, hemû hûrgiliyên bernameya atomî ya Îranê bizanibin û divê Îran dest ji hemû çalakiyên ji wê cureyê berde.

2- Rawestandina meyandina uranyumê ji aliyê Îranê ve.

3- Rê bide ajansên navdewletî ji bo pişkinîn û lêgerîna her rawestgeheke atomî li Îranê bike.

4- Rawestandina berhemanîna mûşekên Balîstîk û her mûşekeke ku şiyana wê ya hilgirtina kumikên atomî hebe.

5- Hemû girtiyên Amerîkî û welatiyên ku nasnameya wan a hevpeymanên Amerîkayê heye azad bike.

6- Rawestandina piştgiriya grûpên terrorist wek Hizbulaha Libnanî û Hemas û grûpên cîhadîst li Rojhilata Navîn.

7- Hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

8- Rawestandina piştgiriya Talîban û grûpên teroristî yên Efganistanê û Qaide.

9- Gefên xwe li hember hevpeymanên Amerîka wek Siûdiye, Îmarata Erebî û Îsraîlê rawestîne.

10- Rêz li serweriya Iraqê bigire û rê bide mîlîşyayên Şîe bêne hilweşandin.

11- Rawestandina piştgîriya ji Supaya Quds a di nav Supaya Pasdaran re.

12- rawestandina piştgîriya ji Hosiyên Yemenê re û hewl bide aştî û ewlehî li Yemenê pêk bê.

 

S. B