Çawîşoglu: Pêvajoya siyasî li Sûriyê baş birêve naçe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, pêvajoya çareseriya krîza Sûriyê baş birêve naçe, krîza Sûriyê bo derdora xwe metirsiyan dirust dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, pêvajoya çareseriya krîza Sûriyê baş birêve naçe, krîza Sûriyê ji bo derdora xwe metirsiyan dirust dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu li Japonyayê di gotarekê de ragihand, pêvajoya siyasî li Sûriyê bi awayeke baş birêve naçe. Kêşeyên jiber krîza Sûriyê derketine bo hemû herêmê metirsiyan dirust dikin.

Da zanîn jî, ew ji bo çareseriya krîza Sûriyê, digel gavên meydanî, ew bi akterên din re li ser Komîteya destûrê dixebitin. Rêkeftina Soçî û lûtkeya çaralî ya li Stenbolê jî nîmûneyên van xebatên wan in.

Çawîşoglu got: “Niha gelek deverên Sûriyê êdî aram bûne û bo vegera penaberan em dixebitin. Aliyê mirovî jî jibîr nakin û mêvandariya me bo 3 mîlyon û nîv penaberên Sûrî û Iraqî berdewam dike. Heta niha me tenê bo penaberên Sûrî 33 mîlyar Dolar xerc kirine."

 

S. B