Tirkiye çekdarên opozîsyona Sûriyê li hember HSDê amade dike

Tirkiyê amadekariya veguhastina 500 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wê, ji bakurê Sûriyê vediguhêze Tirkiyê û li hemberî deverên HSDê yên li rojhilatê Firatê bicih dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê amadekariya veguhastina 500 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wê, ji bakurê Sûriyê vediguhêze Tirkiyê û li hemberî deverên HSDê yên li rojhilatê Firatê bicih dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovên belav kir, eger heye îstixbarata Tirkiyê di çend 48 demjimêrên bê de hêzekê ji 500 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bakurê Sûriyê di Tirkiyê re veguhêze navçeyên li hemberî rojhilatê Firatê û navçeyên Mertala Firatê.

Rewangehê da zanîn, roja 3ê vê mehê jî Tirkiyê zêdetir ji 700 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li bajarê Efrînê di riya Lîwa Iskenderon (Hatay) re veguhastine navçeyên li hemberî HSDê li rojhilatê Firatê.

Aşkere kir jî, roja 1ê Mijdarê li Efrînê civînek di navbera îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar ên (Şaxa Zeytûnê û Mertala Firatê) de çê bû û tê de istixbarata Tirkiyê ew gûrp agahdar kirin ku ji bo operasyona li dijî HSDê amade bin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, heta niha hejmara çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, ku di riya Tirkiyê bo navçeyên Mertala Firatê re hatine veguhastine gihîştiye 1200 çekdarî.

Demek e Tirkiyê gefa destpêkirina operasyonekê li dijî YPG û HSDê li rojhilatê Firatê dixwe, di çend rojên bûrî de gundên Kobanê û Girê Spî topbaran kiribûn.

Ev yek di demekê de ye, peyamnêrê K24ê Ekerm Salih da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê gerên hevbeş li gelek deverên sînorî encam didin û çavdêriya rewşê dikin.

 

S. B