Sûrye merc ji bo pêkanîna komîteya amadekirina destûrê daniye
Hikûmeta Sûryê çar merc derbarê pêkanîna komîteya amadekirina destûreke nû ji Sûryê re daniye û bi du peyaman ew mercana pêşkêşî Netewên Yekgirtî kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hikûmeta Sûryê çar merc derbarê pêkanîna komîteya amadekirina destûreke nû ji Sûryê re daniye û bi du peyaman ew mercana pêşkêşî Netewên Yekgirtî kiriye.
Rojnameya El-Şerq El-Ewset mercên Hikûmeta Sûryê eşkere kir, ku bi vî awayî ne. Yekem: Pêbendî bi serweriya Komara Erebî ya Sûryê û yekîtiya axa wê. Diwem: Nabe ti welatek destwerdanê di wê komîteyê de bike. Sêyem: Nabe ti merc li ser karên komîteyê û biryarên wê, bên sepandin. Çarem: Nabe nexşeyeke demî ji bo encamdana karên komîteyê bê destnîşankirin.
Di herdu nameyên xwe de, ku Şamê ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî re şandiye, Hikûmeta Sûryê şanderê navdewletî ji bo Sûryê, Staffan de Mistura bi şewitandina qunaxên çareseriya kirîza li Sûryê tometbar kiriye.
Biryar bû berî ku De Mistura dest ji karê xwe berde, komîteya danîna destûreke nû ji Sûryê re pêk bîne, lê heya niha ew komîte nehatiye pêkanîn û biryar e De Mistura dawiya vê mehê dest ji postê xwe berde.
N.O