Perlemana Iraqê dixwaze pişka welatiyan ji petrolê hebe

Bêtirî 50 endamên Perlemana Iraqê, daxwaz kirine ku pişka welatiyên Iraqî ji dahata petrolê hebe û bi riya koponan, pere li ser welatiyan bê dabeşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bêtirî 50 endamên Perlemana Iraqê, daxwaz kirine ku pişka welatiyên Iraqî ji dahata petrolê hebe.

Ew daxwaz ji aliyê perlemantera Iraqî Aliya Nesîf ve hatiye pêşkêş kirin û 50 perlemanterên din jî li ser wê daxwazê îmze kirine.

Wan perlemanteran ji serokatiya Perleman xwestiye, ku ev daxwaza wan derbasî karnameya Perleman bê kirin û di civîna dahatî de were gotûbêjkirin.

Li gorî di nivîsa wan ya fermî de hatiye, perlemanterên Iraqî daxwaz kirine, ku ji serê her bermîleke petrolê, pişkek pere ji welatiyan re bê terxankirin û bi riya kopona wergirtina xwarinê, ew pere li ser wan bên dabeşkirin.

N.O