Opozisyona Sûryê: Rêjîm rêketina Idlibê binpê dike
Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijberiya Sûryê, Rêjîma Esed bi binpêkirina rêketina parêzgeha Idlibê tometbar dike û ji Rûsya dixwaze ku xwe di ber wê rêketinê de berpirs bibîne û bi barê berpirsatiya xwe rabe.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijberiya Sûryê, Rêjîma Esed bi binpêkirina rêketina parêzgeha Idlibê tometbar dike û ji Rûsya dixwaze ku xwe di ber wê rêketinê de berpirs bibîne û bi barê berpirsatiya xwe rabe.
Herwiha Dijberiya Sûryê di daxuyniyekê de, kuştina 23 çekdarên Artêşa Azad li bakurê Hemayê şermezar kir û Hikûmeta Sûryê û mîlîşyayên Îranî bi terorîst binav kir û tekez kir, ku wan rêketina parêzgeha Idlibê binpê kiriye.
Dijberiya Sûrî di daxuyaniya xwe de, ji Rûsya xwestiye ku pêbendî rêketina xwe be li gel Tirkiyê, ku derbarê Idlibê hatibû îmzekirin û daxwaz kir, ku rê li ber rêjîmê bigire û nehêle bêtir rêketina Idlibê binpê bike.
N.O