Agirê California malên hin estêreyên Amerîka jî sûtand
Hejmara qurbaniyên şewata ku li bakur û başûrê wîlayeta California li Amerîka çêbûye, zêde dibe û heya niha 250 hezar kes ji malên xwe reviyane.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hejmara qurbaniyên şewata ku li bakur û başûrê wîlayeta California li Amerîka çêbûye, zêde dibe û heya niha 250 hezar kes ji malên xwe reviyane.
Li gorî nûçeyeke Associated Press, tenê li bajarokê Paradise, 23 kes şewitîn û 24 ên din birîndar bûn.
Sibeha îro du termên din jî li navçeya geştyarî li bajarokê Malibu hatin dîtin û hejmarên mezin ji welatiyan nebedî bûne.
Bajarokê Malibu navçeyeke geştyarî ye, malên çendîn ekterên mezin ên Hollywood û kesatiyên navdar ên wek Will Smith, Lady Gaga, Alyssa Milano, Kim Kardashian, Rosanna Arquette, Caitliyn Jenner, Ryan Wilson li wî bajarokî ne, lê malên piraniya wan şewitî ne.
Ji aliyê xwe ve, serokê Amerîka Donald Trump diyar kir, ku lawaziya karê berpirsên wê deverê, hiştiye ku agir berfireh bibe û rewşa awarte li wê wîlayetê ragihand.
N.O