Zeyta qaçax ji Efrînê bazara zeytê li Tirkiye têkbiriye

Endamê Birêvebir ê Desteya Neteweyî ya Zeytûn û Zeytê (UZZK) ê Tirkiye Murat Narîn diyarkir ku, tê gotin 50 hezar ton zeyta qaçax ji Suriye / Efrînê ketiye Tirkiye û vê yekê bazara zeytê li Tirkiye têk da ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Birêvebir ê Desteya Neteweyî ya Zeytûn û Zeytê (UZZK) ê Tirkiye Murat Narîn diyarkir ku, tê gotin 50 hezar ton zeyta qaçax ji Suriye / Efrînê ketiye Tirkiye û vê yekê bazara zeytê li Tirkiye têk da ye.

Narin got ku: Zeyt ji Efrînê bi qaçaxî tê bazara Tirkiye. Kîlo ya zeyt a nesafîkirî (nezelalkirî) niha bi 8 Lireyan (1.46 dolar) ya safîkirî (zelalkirî) bi 14 Lireyan e (2.56 dolar). Ev bihayek gelek erzan e, wekî ya berî 3 salan e. Bazirgan zeytê nakirin, kargehên zeytê karên wan têk çû ye.

Ligor Murat Narin, zeyta Efrînê bi qaçaxî derbasî Tirkiye dibe: “Di rewşa şer de kî ne yên ku vê zeytê ji Suriye tînin? Bê bac, bê dokument, bi çi rêyan dikeve Tirkiye? Dibêjin 50 hezar ton zeyt hatiye nav bazara Tirkiye. Ev dike 2 500 bargîlgir zeyt. Çawa dikare ewqas zeyt derbasî Tirkiye bibe? Deriyên sînorî yên Tirkiye rê didin? Parastina sînorî rê dide? qanun-yasa nîn e?

Zeyta Efrînê ligor niştecihên deverê ji aliyê Artêşa ser bi Tirkiye û grûbên çekdar ên biser Tirkiye vet ê dizîn û dest dideynin ser zeviyên zeytûnan…

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment