Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dev ji wî postî bernade

Partiya Demokrat a Kurdistanê, di wê baweriyê de ye, ku piştî derketina Rakan Cibûrî ji wî postî, pêwîst e Qayimqamê Kerkûkê postê parêzgar werbigire.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, bi bihaneya ku heya niha aliyên siyasî lihev nekirine, ew neçûye Perlemana Iraqê û sûnda yasayî wek perlemanter nexwariye û hîn jî li Kerkûkê ye û weke parêzgarekî sepandî kar dike.

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê, bizavan dike ku aliyên Iraqî razî bike ku parêzgarekî nû ser bi YNKê ve ji bo Kerkûkê destnîşan bikin.

Ji aliyê xwe ve Partiya Demokrat a Kurdistanê, di wê baweriyê de ye, ku piştî derketina Rakan Cibûrî ji wî postî, pêwîst e Qayimqamê Kerkûkê postê parêzgar werbigire.

Li ser van pêşhatan, perlemanterê Iraqê ji lîsta YNKê Bêstûn Zengene ji Kurdistan24ê re ragihand: Nerîneke baş li Bexdayê heye ji bo danîna parêzgarekî Kurd ji Kerkûkê re, ku ser bi YNKê ve be, ji ber ku di dawîn hilbijartin de, YNK 6 kursî li wî bajarî bidest anî.

Bêstûn Zengene got jî: Rakan Cibûrî nikare di wî postî de bimîne, lê li gorî yasayan, wezîr û parêzgar karin heya sê mehan di postê xwe de bimînin karûbarên îdarî birêve bibin û ji ber ku Cibûrî nakokiyên di nav mala Kurd de dibîne, ew vê rewşê ji xwe re bikar tîne û dixwaze bêtir di wî postî de bimîne.

N.O