Li Parîsê sedsaliya bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Yekem hat vedijandin

Bi boneya bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Yekem li Parîsê û bi amadebûna hejmarek serokên welatan rêwresmek birêve diçe û piştî nîvro jî Serokê Fransayê Emmanuel Macron Forûma Parîsê bo Aşitiyê vedike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Yekem li Parîsê û bi amadebûna hejmarek serokên welatan rêwresmek birêve diçe û piştî nîvro jî Serokê Fransayê Emmanuel Macron Forûma Parîsê bo Aşitiyê vedike.

Cenga Cîhanê ya Yekem ku di roja 11ê Mijdara 1918an de bi îmzekirina agirbestekê bidawî bû, îro li Parîsê zêdetir ji 70 serkirde û serokwezîrên welatên cîhanê amade bûn, ji nava wan jî Serokê Amerîka Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron.

Ew serok ku piştî merasîmê beşdarî Forûma Parîsê bo Aşitiyê dibin û tê de gelek mijarên girêdayî rikberiyên vê serdemê tên guftûgokirin wek, rikberiyên rûbirûyî cîhanê dibin, başkirina hevkariya navdewletî, cibicîkirina globalizmeke dadwerane, avakirina sîsteman li ser bingeha piralîbûnê, aşitî, ewlehî, jîngeh, pêşketin, teknolojiya nû û aboriyê.

Cenga Cîhanê ya Yekem, ku di sala 1914an de destpê kir û 4 salan berdewam kir, bû sedema kuştin û birîndarbûn û windabûna nêzikî 40 milyon kesan û ji ber wî cengê çend dewlet û împaratorî hilweşiyan û dewletên nû ava bûn, sînorên gelek welatan hat guhertin.

Kurdistanê ku li gor rêkeftina Qesir Şîrîn a di navbera dewleta Osman û dewleta Sefewî de di sala 1639an de bi ser wan her du dewletan ve ketibû perçekirin, di dema Cenga Cîhanê ya Yekem û di sala 1916an de ji bi rêkeftina Sykes – Picotê Kurdistan bi ser Tirkiye, Iraq û Sûriyê de hat dabeşkirin û Kurdistan bû çar perçe.

Tê texmînkirin ku  tevahiya kuştî û birîndar û windayên şer zêdetirî 37 milyon kesan e, ew şer jî yek ji cengên herî xînavî yên cîhanê tê binavkirin û di demjimêra 11 ji roja 11a Mijdara 1918a de agirbest hat îmzakirin û dawî li Cenga Cîhanê ya Yekem hat.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b2f1f4d1-ee84-4170-83da-0cb87c76965c/WWI.ism/manifest

 

S. B