Petrola Kerkûkê şûna ya Îranê digire

Li gorî şarezayan, encamdana rêketinekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, take rê ye ji bo careke din rê li ber hinardekirina petrola Kerkûkê bê vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi nivîseke fermî, Wezareta Petrola Iraqê, daxwaz ji Kompaniya Petrola Bakur kiriye, ku li Kerkûkê komîteyekê ji şarezayan pêk bîne û nerîna xwe li boriya Kerkûk-Ceyhan bidin, weke amadekariyekê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya wê boriyê.

Sikirtêrê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, ji Kurdistan24ê re got: Danûstendin û gotûbêj di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê de hene, tiştê ez li ser haydar im, heya niha rêketineke fermî nehatiye îmzekirin.

Li gorî şarezayan, encamdana rêketinekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, take rê ye ji bo careke din rê li ber hinardekirina petrola Kerkûkê bê vekirin.

Her li ser vê mijarê, serokê Komîteya Petrol û Enerciyê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Ehmed Eskerî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku li gorî zanyariyan, rêketinek ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya boriyên Herêma Kurdistanê, di navbera herdu aliyan de bûye û di vê hefteyê de wê destpê bike.

N.O