Iraq dixwaze sînorên xwe li gel Sûryê veke

Şandek ji Wezareta Derve ya Iraqê li Şamê, pirsa vekirina dergehên sînorî yên di navbera herdu welatan de gotûbêj kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şandek ji Wezareta Derve ya Iraqê li Şamê, pirsa vekirina dergehên sînorî yên di navbera herdu welatan de gotûbêj kir.

Ajansa fermî ya Sûrî (SANA) ragihand, ku cîgirê wezîrê derve yê Sûryê Fêsel Miqdad li gel serokê rêvebiriya welatên cîran di wezareta derve ya Iraqê de, Udey El-Xeyrella civiya û behsa vekirina deriyên sînorî yên di navbera Sûryê û Iraqê de kirin.

Li gorî hatiye ragihandin, Fêsel Miqdad tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên di navbera Şam û Bexdayê de kiriye. Herwiha pesnê hevrêziya berdewam ya di navbera Artêşa Sûryê û ya Iraqê û Heşda Şeibî de da.

Miqdad di wê civînê de got jî: Dubare vekirina deriyên sînorî, wê pêwendiyên abûrî di navbera herdu aliyan de bihêztir bike û derfetên bazirganiyê peyda bike.

Ji alyê xwe ve, Udey El-Xeyrella got: Li cem Iraqê, Sûrya xwedî taybetmendiyeke giring e û Bexda rijd e ku di hemû waran de, hevrêziyê bi Sûryê re bike.

N.O