PKK: Amerîka dixwaze hêza me li Rojavayê Kurdistanê bişkîne

Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCK Mistefa Karasu Ragihand, armanca Amerîka ew e, ku hêza PKKê li Rojavayê Kurdistanê bişkîne û YPG li gorî siyaseta xwe birêve bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCK Mistefa Karasu Ragihand, armanca Amerîka ew e, ku hêza PKKê li Rojavayê Kurdistanê bişkîne û YPG li gorî siyaseta xwe birêve bibe.

Mistefa Karasu diyar kir, ku armanceke din ji Amerîka re heye û ew jî têkbirina Îranê ye û ji bo vê jî pêwîstiya Amerîka bi Tirkiyê heye. Amerîka bi vê biryara xwe, bizavan dike ku Tirkiyê nêzîkî xwe bike.

Berî çend rojan, Wezareta Derve ya Amerîka, ji bo desteserkirina hersê serkirdeyên PKKê Cemîl Bayik, Murad Qereyilan û Duran Kalkan, 12 milyon Dolar wek xelat terxan kir, ji her kesekî re ku zanyariyan li ser cihên hersê serkirdeyan radestî Amerîka bike.

N.O