Saleke xelkê Serpîlê Zehaw bi aramî xew nekirine
Di wê erdhejê de nêzîkî 600 kesan canê xwe jidest dan û bi hezaran jî xaniyên xelkê wêran bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro salek di ser erdheja parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe. Di wê erdhejê de nêzîkî 600 kesan canê xwe jidest dan û bi hezaran jî xaniyên xelkê wêran bûn. Piştî salekê ji erdhejê, xelk ji Kurdistan24 dibêjin, ku di rewşeke xirab de dijîn.
Salek piştî erdheja parêzgeha Kirmanşanê, xelkê devera Serpîlê Zehaw û derdora wê di rewşeke xirab de dijîn. Ji ber erdhejê zêdetir ji 70 hezar hes bê mal man. Her çi berpirsên Îranê dibêjin ku wan her hewlek ji bo asayîkirina rewşê dane, lê hin ji xelkê diyar dikin, ta niha ew konan de dijîn.
Hikûmeta Îranê erkê qerebûkirina xelkê li xwe girt û hin navendên ser bi Supaya Pasdaran jî erkê nûjenkirina xaniyan û avedankirina gundan girte ser xwe, lê welatî amaje bi dikin ku kêmtir ji sedî 30 ji xelkê çûna nava xaniyên xwe, ji ber ku hikûmet qerz û qerebûna pêwîst nedane wan.
Di 11 Mijdara 2017an de erdhejek bi pileya 7 Richterê li parêzgeha Kirmanşanê û bi taybet devera Serpêla Zehaw rû da, piştî salekê jî qurbaniyên wê erdhehê dibêjin, ew ne bi bawar in ku vê Zivistanê germ bibin û xeweke aram bikin.
S. B