Di keleha Diyarbekirê de şûnwarên nû hatin dîtin
Li Diyarbekirê di çarçoveya xebatên Arkeolojîk de di nav Keleha Navîn de berhemên nû hatin dîtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê di çarçoveya xebatên Arkeolojîk de di nav Keleha Navîn de berhemên nû hatin dîtin.
Li Diyarbekirê di Keleha navîn de di şûnwarê amîdayê de berhemên nû ji aliyê arkeologan hatin derxistin. Di kolînên arkeolojîk de rêya avê û tunel hatin dîtin, ku tê amajekirin ew rêya avê berhema Zanyarê navdar ê cîhanî yê Kurd Îsmaîl Ebûlîz e.
