Baghdanov: Kî nûnertiya Kurdên Sûriyê dike?

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Baghdanov radigihîne, divê Kurdên Sûriyê di Komîta Destûrê de amade bin, ta ku ji bîrokeyên cudabûnê bidûr bikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Baghdanov radigihîne, divê Kurdên Sûriyê di Komîta Destûrê de amade bin, ta ku ji bîrokeyên cudabûnê bidûr bikevin.

Mikhail Baghdanov ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re li ser pirsa ji bo çi beşek mezin Kurdan di Komîta Destûrê de ne beşdar in got: “Dema gengeşe li ser asta çareseriya siyasî û reşnivîsa destûrê li Sûriyê tê kirin, pirs dihate kirin, ka kî nûnertiya Kurdên Sûriyê dike? Tabî tevlîkirina Kurd di vê komîtê girîng e, ji bo bîr nebin bîrokeya cudabûnê.”

Baghdanov got jî: “Mixabin, gelek aliyên siyasî yên Kurdan hene, hin ji wan di nava Desteya Danûstandinan (opozîsyon) de ne. Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye ku bi piştevaniya Amerîka rûberek mezin ji erdê kontrol dike, lê ev ji aliyê Ereban û Tirkiyê ve ne cihê razîbûnê ye jî nerazî ye. Şamê jî jê nerazî ye.”

Biryar bû berî ku De Mistura dest ji karê xwe berde, komîteya danîna destûreke nû ji Sûryê re pêk bîne, lê heya niha ew komîte nehatiye pêkanîn û biryar e De Mistura dawiya vê mehê dest ji postê xwe berde.

Desteya Danûstandinan a Opozsyona Sûriyê di meha Tîrmeha bûrî 50 nav ji bo cihê xwe di Komteya Destûrê de destnîşan kir, di nav wan de jî navên Hewas Egîd û Zehra Mihemed ku her du jî nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne, hene.

Wezareta Derve ya Rûsyayê berî demekê di daxuyaniyekê de da zanîn, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Baghdanov bi Balyozê Sûriyê li Moskoyê Riyaz Hedad re pirsa avakirina Komîta Destûrê û vegera koçberan guftûgo kiribû.

 

S. B