Plana Cizîrê – Nehêniya Dewletê bû!

Nûnerê Dewleta Tirkiye diyarkir ku: “Planek weha hebû. Lê jiber ku ew plan Nehêniya Dewletê bû, dozger ew plan nedît”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Doza binpêkirinên mafên mirovî di dema 2015-2016an de, ku li bajarokê Cizîrê bi kuştina bi sedan mirovan encam dayî, li Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpa de birêve çû. Serlêdanên mexdûran , Omer Elçî û Orhan Tunç li bajarê Strasburg ê Fransayê hat girtin a dest.

Liser nave mexdûran parêzer Neşet Girasun, Erkan Şenses, ramazan Demir û Newroz Uysal amade bûn, çendîn parêzer jî liser navê Tirkiye di doze de beşdarî kirin.

Liser pirsa Dozgerê Dadgeha Mafê Mirovî ya Ewrûpayê: “Gava biryara bidawîanîn a dozê li Tirkiye hatî dayîn, Dozger Plana Operasyonê dît?” Nûnerê Dewleta Tirkiye diyarkir ku: “Planek weha hebû. Lê jiber ku ew plan Nehêniya Dewletê bû, dozger ew plan nedît”.

Di bûyerên salên 2015-2016an de, ku salên kolandina xendekan û Operasyona dewleta Tirkiye hemberî gelek bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê, dinav de Cizîrê bûn, bi hezaran genc û welatiyên bakurê Kurdistanê bûn qurbanî...

 

 

C.B