Li Dêrazorê şer di navbeyna HSD û hêzên rejîmê de

Şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û yên hikûmeta Sûriyê de li Dêrazorê derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û yên hikûmeta Sûriyê de li Dêrazorê derket.

Rojnameya Weten a nêzîkî hikûmeta Sûriyê belav kiriye, şervanên Civata Dêrazorê ya Leşkerî ku ser bi Hêzên Sûriya Demokrat ve ye, ji bajarokê Zîban ê li aliyê rojhilatê çemê Firatê xalên Artêşa Sûriyê ku li bajarê Dêrazorê gulebaran kirin e û şer di navbeyna her dû aliyan de, nêzî nîv demjimêr berdewam kiriye.

Ew rojnameya nêzîkî hikûmeta Sûriyê belav jî kiriye, di şer û pevçûnan de tu ziyanên canî nebûn e û sedemên şer ew bû ku, şervanek Civata Leşkerî ya Dêrazorê li wî bajarokî hatibû kuştin û HSD, Artêşa Sûriyê bi wê yekê tometbar kiribû.

 

 

 

C.B