Rûsya destpêkir, gazinan ji Rêkeftina Idlibê bike
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di Kongeryê Rojnamevanî ya heftane de anî ziman ku, heta niha jî li Idlibê Opozisyona myanrew û terorist, di rastiyê de hîn jî ji hevûdu cuda nebûn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di Kongeryê Rojnamevanî ya heftane de anî ziman ku, heta niha jî li Idlibê Opozisyona myanrew û terorist, di rastiyê de hîn jî ji hevûdu cuda nebûn e.
Zaxarova diyarkir: Tirkiye herçend hewlan jî dide û berpirsiyariyên xwe bicîh bîn e, lê li Idlibê encama xwezyar bidest neketiye û Opozisyona myanrew û terorist, di rastiyê de hîn jî ji hevûdu cuda nebûn e”.
Ligor Rêkeftina Idlibê, ku li bajarê Soçî ya Rûsyayê di navbeyna Enqere û Moskow de hate imzekirin, diviyabû herî dereng heta 15ê Cotmehê li Idlibê devera bê çek bê damezrandin û rêxistinên tundrew ji herêmê derkevin, lê heta niha ev yek pêknehatiye.
C.B