Serokwezîr pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerika kir

Di civînekê de digel Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li beşdariya kara ya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civînekê de digel Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li beşdariya kara ya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Endro Biyêk û şanda dîplomasî ya pê re kir.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Hewlêr-Bexda, pêşketinên Herêma Kurdistanê di warên Siyasî û Aborî, û birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Perlemanên Îraq û Herêma Kurdistanê gengeşe kirin.

Her dû aliyan tekezî li ber bi pêçveçûna zêdetir a peywendiyên Hewlêr- Bexda, beşdariya kara ya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de, berdewamiya proseyê û berdewamiya Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka di hemû waran de kirin.

Di beşek din a hevdîtinê de her dû aliyan pêşwazî li biryara Hikûmeta Federal a Iraqê bi şandina petrola Kerkûkê di rêya boriyê Herêma Kurdistanê kir, ku dê mifayek baş ji bo tevayiya Iraqê hebe.

 

 

C.B