Bi sedema bilindkirina nirxê sûtemeniyê nerazîbûn li Firensa destpê kir
Duh li kolana Elysee li Parîsa paytext û çend navçeyên din li Firensa, bi hezaran xwepêşander derketin û polîsên Firensî rastî wan hatin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Duh li kolana Elysee li Parîsa paytext û çend navçeyên din li Firensa, bi hezaran xwepêşander derketin û polîsên Firensî rastî wan hatin.
Ji encama pevçûnan li Parîsê, xwepêşanderekî canê xwe jidest da û 107 kesên din birîndar bûn, birînên pênc kesan dijwar in. Herwiha nêzîkî 50 xwepêşander hatin girtin.
Rojnameya Metro ji ser zimanê peyvdarê Wezareta Bergiriya Firensa eşkere kir, ku li seranserî Firensa 2000 xwepêşandan derketin û 244 hezar xwepêşander têde beşdar bûn.
Xwepêşandan li dijî biryara serokê Firensa Emmanuel Macron bûn, ku li gorî wê biryarê, wê bac li ser benzîn û sûtemeniyê li Firensa bê zêdekirin.
Xwepêşanderan daxwaza destjikarkişana Macron kirin û bizav kirin ku êrîşî balyozxaneya Amerîka bikin.
N.O