Li Efrînê şer derket û qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
Li ser pirsa dizî û talanê, li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket û Tirkiyê jî qedexeya çûnûhatinê li Efrînê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser pirsa dizî û talanê, li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket û Tirkiyê jî qedexeya çûnûhatinê li Efrînê ragihand.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro ji danê sibê ve şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li taxên Mehmûdiyê, Vêlat û Zêdiyê yên Efrînê derket û qedexeya çûnûhatinê li bajarê hatiye ragihandin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên belav kir, hêzên Tirkiyê û grûpên wek Feyleq el-Şam, Firqey el-Hemzat, Sultan Murad û Feylea Sêyemîn îro sibê êrîş birin ser baregehên grûpa Şuhada el-Şerqiye û daxwaz ji çekdarên wê grûpê kirin ku çekên xwe radestî wan bikin, lê grûpa Şuhada el-Şerqiyê ew yek red kir û şer û pevçûn derket.
Rewangeha ragihand jî, piştî derketina şer li gelek taxên Efrînê, artêşa Tirkiyê û grûpên pê re hemû riyên tên Efrînê girtin û qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr ragihand.
Rewangehê amaje bi wê yekê jî kir, pevçûn zêdetir li taxa Vêlat giran e û kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.
Li ser sedema wî şerî, Rewangehê da zanîn, artêşa Tirkiyê û hin grûpên din ji ber pirsên dîzî, talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê daxwaz ji grûpa Şuhada el-Şerqiyê kirine ku çekên xwe dane û xwe radestî wan bike.
Artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî Efrînê dagîr kirin û ji wê demê ew grûpên çekdar bi awayekî rojane welatiyên Efrînê direvînin û ji bo standina pereyan zorê li wan dikin, ev yek ji bilî destdanîna ser darên zeytûnê û mal û milkên xelkê.
S. B