HSD: Ger Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe wê şerekî mezin biqewime

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ji şandeke Hevpeymaniya Navdewletî re tekez kir, ku heger Artêşa Tirkiyê derbasî nav bostekê ji axa Rojavayê Kurdistanê bibe, wê HSD dest bi şerekî mezin bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ji şandeke Hevpeymaniya Navdewletî re tekez kir, ku heger Artêşa Tirkiyê derbasî nav bostekê ji axa Rojavayê Kurdistanê bibe, wê HSD dest bi şerekî mezin bike.

Medya nêzîkî HSD ragihand, ku li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, fermandarên HSD li gel şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê civiyan û di civînê de, behsa rewşa ser sînor û êrîşên Tirkiyê hat kirin.

Li gorî hatiye ragihandin, fermandarê di HSDê de Şervan Qamişlo ji şanda Hevpeymaniyê re gotiye: Em naxwazin şer bi Tirkiyê re bikin lê, heger Artêşa Tirkiyê derbasî bostekê ji axa Rojavayê Kurdistanê bibe, emê bê deng nemînin û dest bi şerekî berfireh bikin û emê şerê man û nemanê bikin.

Herwiha li gorî zanyariyan, şanda Hevpeymaniyê ji HSDê re gotiye: Em ne ji bo demeke kin hatine û emê li navçeyê bimînin heya ku HSD karibe bi tena xwe, karûbarên navçeyê birêve bibe.

N.O