Aliyên Iraqî daxwazekê ji Serok Barzanî dikin
Berpirsên pilebilind û aliyên Iraqî pêşinyar kirin, ku Serok Barzanî nivîsgeheke taybet bi xwe li Bexdayê veke.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serok Barzanî di civînên xwe de li gel aliyên Iraqî, behsa pirojeyasaya budceya Iraqê, pirsa xalên gumrikî, maddeya 140 û çend pirsên din ên giring di nav Hewlêr û Bexdayê de kir û tekez kir, ku heya bi zûtirîn dem kêşeyên di nav Herêma Kurdistan û Iraqê de bên çarekirin, divê ew kêşeyên behskirî bên çarekirin.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên pilebilind û aliyên Iraqî pêşinyar kirin, ku Serok Barzanî nivîsgeheke taybet bi xwe li Bexdayê veke.
Serok Barzanî duh Pêncşemê, bi serdanekê gihişte Bexdayê û li gel berpirsên pilebilind ên Iraqê civiya û tevahiya aliyan ew serdan bi serdaneke dîrokî binav kirin.
Di çarçoveya serdanê de Serok Barzanî, roja Pêncşemê, li gel her yek ji serokwezîrê Iraq Adil Ebdilmehdî, serokê Perlemana Iraqê Mihemed Helbûsî, serokê rêxistina Bedir Hadî Amirî û emîndarê Partiya El-Deiwe Nûrî Malikî civiya.
Duh jî Serok Barzanî li gel serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, serokê Bereya Tirkumanî ya Iraqê Erşed Salihî, serokê Şepêla El-Hikme Emmar El-Hekîm, serokê Bereya Diyaloga Niştimanî û Salih Mutleg û rêberê Şepêla El-Sedir û Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir civiya.
N.O