Mesûd Heyder: Di pirsa budce de guhertinên erênî çêdibin

Perlemanterê berê yê Iraqê û endamê şanda li gel Serok Barzanî ji bo Bexdayê (Mesûd Heyder) ragihand, ku guhertinên erênî derbarê pişka Herêma Kurdistan ji buceya 2019an û pirsa navçeyên Kurdistanî çêbûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Perlemanterê berê yê Iraqê û endamê şanda li gel Serok Barzanî ji bo Bexdayê (Mesûd Heyder) ragihand, ku guhertinên erênî derbarê pişka Herêma Kurdistan ji buceya 2019an û pirsa navçeyên Kurdistanî çêbûne.

Mesûd Heyder ji Kurdistan24ê re got: Aliyên Iraqî bi germî pêşwazî li serdana Serok Barzanî, ji bo Bexda û Necefê kirin.

Heyder tekez kir, ku Serok Barzanî bi zelalî behsa kêşeyan û bi taybet pirsa budce û navçeyên Kurdistanî li gel aliyên Iraqî kir.

Roja Pêncşemê 22/11/2018an, Serok Barzanî li gel şandekê serdana Bexdayê kir û di nava du rojan de, çendîn dîdar li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê encam da.

N.O