Hevpeymanan û hêzên Iraqî 14 çekdarên DAIŞê kuştin
Di operasyoneke serbazî hevbeş de, hêzên Iraqê û yên Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê, li rojavayê Nînewa, çarde çekdarên DAIŞê kuştin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di operasyoneke serbazî hevbeş de, hêzên Iraqê û yên Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê, li rojavayê Nînewa, çarde çekdarên DAIŞê kuştin.
Navenda Medya emnî ya ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve, diyar kir ku firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonê de beşdar bûn û ji bilî kuştina 14 çekdarên DAIŞê, sê komgehên çek û teqemeniyên wê girûpê hatin jinavbirin.
Ev demek e liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li sînorê Parêzgeha Nînewa û li ser sînorê li gel Sûryê zêde bûne û Hikûmeta Iraqê hêzeke zêde li ser sînorî belav kiriye.
N.O