Asayişa Soranê dest bi ser 30 k.g Heroin de digire

Rêveberiya Asayişa Soranê dest bi ser zêdetir ji 30 k.g madeya Hişbir ji cureya Heroin de digire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Asayişa Soranê dest bi ser zêdetir ji 30 k.g madeya Hişbir ji cureya Heroin de digire.

Rêvebirê Asayişa Soranê Emîd Sidîq Elî ji K24ê re ragihand, îro li devera Balekayetî ya ser bi Soranê ve zêdetir ji 30 k.g madeya Hişbir hate girtin.

Da zanîn, ew kesê madeya Hişbir pê re bû ji devera Herîr a ser bi Hewlêrê ve ye, ew made di nava otombîlê de veşartibû û ji Îranê ve aniye Başûrê Kurdistanê.

Amaje bi wê kir jî, lêkolînên wan berdewam in bo dîtin û girtina ew kesên bazirganiya madeya hişbir dikin.

Rêvebirê Asayişa Soranê aşkere kir, tenê îsal biqasî 140 k.g madeya hişbir li sînorê Soranê hatiye desteserkirin.

Qezaya Soranê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye û 110 k.m dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê.