“Serdana Serok Barzanî, Hewlêr û Bexdayê xiste qonaxeke nû”
Pisporên siyasî û yasayî serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi girîng dizanin û ew di wê baweriyê de ne serdana Sewrok Barzanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xiste qonaxeke nû. Amaje bi wê jî dikin, ew serdan dibe sedema çareserkirina pirsgirêka Kerkûk û projeyasaya bûdce û pirsgirêkên destûrî.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di vê derbarê de, Pisporê Yasayî Azad Osman ji K24ê re tekez kir, ev serdana Serok Barzanî Hewlêr û Bexda xiste qonaxeke nû, bi awayekî dibe kilîta çareseriya piraniya pirsgirêkan, bi taybet pirsgirêkên destûrî wek madeya 140 û pişka Herêma Kurdistanê ji bucdeya giştî ya Iraqê.
Di warê siyasî de, serdana Serok Barzanî karvedaneke navxweyî, herêmî û navdewletî li pişt xwe anî.
Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Seid Xalid ji K24ê re got: “Divê Kurd di vê qonaxê de yek helwest û gotara siyasî hebe, ji ber di vê qonaxê de ji bilî vê bijardeyê ti alternative li pêş me nîne, ji ber wê bihêvî ne hemû alî serdana Serok Barzanî bi erênî bizanin û piştevaniyê lê bikin, ji bo hemû ew têgihêştinên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, di piştre aliyên siyasî bi hev re di çarçova yek gotara siyasî de kar li ser bikin, ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdiatanê.”
Di dema bûrî de, serdan û guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebûn, bêyî ku pirsgirêk çareser bibin. Lê serdana Serok Barzanî bo Bexda û Necefê karî her du aliyan bixe qonaxeke nû û berpirsên Iraqê jî serdana Serok Barzanê bi dîrokî û siyasî ya bi berhem binav dikin.