Sê polîsên Iraqî hatin kuştin

Bi sedema teqîna du mayinên vedayî li navçeya Badoş li bakurê rojavayê Mûsilê, sê polîsên Iraqî hatin kuştin û 2 polîsên din birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi sedema teqîna du mayinên vedayî li navçeya Badoş li bakurê rojavayê Mûsilê, sê polîsên Iraqî hatin kuştin û 2 polîsên din birîndar bûn.

Jêderekî ji ewlekariya Parêzgeha Nînewa ragihand, ku di dema derbasbûna kerwanekî hêzên ewlekariyê de li navçeya Badoş li bakurê rojavayê Mûsilê, du mayinên vedayî bi wê hêzê ve teqiyan û di encamê de sê polîs hatin kuştin û 2 polîsên din birîndar bûn û 9 kes bi tometa endambûna DAIŞê hatin girtin.

Herwiha li rojavayê Parêzgeha Enbar jî, bi sedema teqîna mayinekê endamekî polîs hat kuştin û çar polînê din jî brîndar bûn.

N.O