Xwepêşanderên Parîsê kolana Elysse wêran dikin
Polîsê Parîsê av û xaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anî û xwepêşanderan jî ziyan li çend cihên giştî kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Polîsê Parîsê av û xaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anî û xwepêşanderan jî ziyan li çend cihên giştî kirin.
Li kolana Elysse li Parîsê, xwepêşandan li dijî bilindkirina nirxê Benzînê berdewam in û pênc hezar xwepêşander têde beşdar in.
Duh jî tundî û nakokî di xwepêşandanan de çêbûn û bi dehan xwepêşander ji aliyê polîsan ve hatin girtin.
Hin ji xwepêşanderan bi aştiyane daxwaza hilweşandina biryara zêdekirina nirxê Benzînê dikin û hin jî dest bi şikandin û birrîna daran kirine, daku li dijî polîs bikar bînin.
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Navxwe yê Firensa, seroka Partiya Rastgir a Firensî Marine Le Pen tometbar kir, ku destê wê li pişt wan xwepêşandanan heye.
N.O