Du hesarok di ber Zemînê re derbas dibin

Rojnameya The Sun a Birîtanî belav kir, ku Ajansa Ezmangeriya Amerîkî (NASA), hişyarî ji derbasbûna du hesarokan di ber Zemînê re daye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya The Sun a Birîtanî belav kir, ku Ajansa Ezmangeriya Amerîkî (NASA), hişyarî ji derbasbûna du hesarokan di ber Zemînê re daye.

Jêderekî ji wê ajansê ji rojnameya navhatî re gotiye: Diameter ango (Qutir) ê yek ji wan hesarokan nêzîkî 120 metran e, ev jî tê wateya ku qebareya wî ji ya lîstikgeha footballê mezintir e û yê din weke avjenîgehekê mezin e.

Herwiha zelal kir, ku îro herdu hesarok wê li pey hev û di nava kêmtir ji pênc demjimêran de, di ber Zemînê re derbas bibin.

NASA da xuyakirin, ku di dema dawî de, ev diyarde bi awayekî heftane rû dide û hin caran jî rojane gewde û hesarokên biçûk di ber Zemînê re derbas dibin. NASA ti zanyarî derbarê bandorên nerênî yên derbasbûna wan hesarokan di ber Zemînê re neda.

Herdu hesarok wê bi leza 64 hezar û 800 kîlometir di demjimêrekê de, di ber Zemînê re derbas bibin.

N.O