Trump beramberî xistina Seddam Petrola Iraqê dixwaze

Trump di dema civîna xwe de li gel serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, di sala 2017an de, du caran ji Ebadî re got: Pêwîst e Iraq bi petrolê ziyanên ku gihane Amerîka di şerê xistina Sedam de qerebû bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî raporeke malpera nûçeyan a Aksyoz ya Amerîkî, Serokê Amerîka Donald Trump di dema civîna xwe de li gel serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, di sala 2017an de, du caran ji Ebadî re got: Pêwîst e Iraq bi petrolê ziyanên ku gihane Amerîka di şerê xistina Sedam de qerebû bike.

Çend jêderên Koşka Sipî ji malpera navhatî re ragihandine, ku di dema civîna Trump û Ebadî de li Koşka Sipî, Trump ji Ebadî re gotiye: Amerîka tirilyonek Dolar li Iraqê xerc kiriye û petrola Iraqê heye û divê çareyek ji bo vê petrolê bê dîtin û Ebadî di berisva wî de gotiye: Hejmareke mezin ji kompaniyên Amerîkî di warê petrol û xazê de li Iraqê kar dikin.

N.O