Serok Barzanî û Cînişînê Ebû Zebî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî û cînişînê Ebû Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al-Nehyan di dîdarekê de rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî û cînişînê Ebû Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al-Nehyan di dîdarekê de rewşa navçeyê gotûbêj kirin û Cînişînê Ebû Zebî, kêfxweşiya xwe ji serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê û pêşveçûna pêwendiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, da xuyakirin.

Malpera Serok Barzanî belav kir, ku li ser vexwendineke fermî ji aliyê Cînişînê Ebû Zebî ve, Serok Barzanî li gel şandekê serdana Îmarata Yekgirtî ya Erebî kir û roja Yekşemê 25.11.2018 li Ebû Zebî li gel Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Cînişînê Ebû Zebî û Cîgirê Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îmarata Yekgirtî ya Erebî civiya.

Di civînê de, ku şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Azad Berwarî jî amade bûn, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên herdu aliyan gotûbêj kirin û derbarê pêşhatên dawî û guhertinan, nerînên xwe dan xuyakirin.

Her di wê civînê de, Cînişînê Ebû Zebî xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ji Bexda re û pêşveçûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, da xuyakirin û amadebûna xwe ji bo hevkarî û hevrêziyê, bi mebesta pêşxistina pêwendiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û di heman demî de, amadebûna xwe ji bo pêşxistina hevkarî û hevrêziyê bi mebesta bihêzkirina aramiya li navçeyê bi giştî da xuyakirin.

N.O