Zindaniyên PKKê dest bi girevgirtinê dikin
Endamên PKKê yên di zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, dest bi girevgirtinê ji xwarinê dikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Endamên PKKê yên di zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, dest bi girevgirtinê ji xwarinê dikin.
Berpirsê zindaniyên PKKê Dênîz Kaya daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye: Ji bo ku dorpêç û tenêhiştin ji ser rêberê PKKê Ebdella Ocelan bê rakirin, em bangê li hemû endam û alîgirên xwe dikin, daku ji roja 27ê Mijdarê ve, dest bi xwevegirtina ji xwarinê bikin û heya 10 rojan xwevegirtina xwe berdewam bikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: Ji ber kiryarên neyasayî yên Tirkiyê, wê ev çalakî di nav demek kurt de, bi awayekî çalak berfireh bibe.
Dênîz Kaya di dawiya daxuyaniyê de diyar kir, ku kesên nexweş û kal, karin li derveyî xwevegirtinê bimînin.
Ebdella Ocelan, di 15 Sibata 1999an de, di piroseyeke hewalgirî de, li Kînya hat girtin û bi firokeyeke Tirkî ji bo Enqera hat veguhestin.
N.O