Wezîrên Derve yên Denmark û Nemsa behsa Nadya Murad dikin

Îro civîna Wezîrên Derewe yên Welatên Yekîtiya Ewropa li Brukselê tê lidarxistin û biryar e herdu wergirên xelata Nobelê a Aştiyê Nadya Murad û Denis Meguyc beşdarî civînê bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro civîna Wezîrên Derewe yên Welatên Yekîtiya Ewropa li Brukselê tê lidarxistin û biryar e herdu wergirên xelata Nobelê a Aştiyê Nadya Murad û Denis Meguyc beşdarî civînê bibin.

Derbarê beşdarîkirina Nadya Murad di civînê de, wezîra derve ya Danîmarkê Ulla Tornaes ji Kurdistan24ê re got: Ez xweşhalim ku derfet ji me re peyda bû, ji nêzîk ve Nadya Murad bibînim û hêvîdar im careke din jî wê bibînim û bi hev re behsa nehiştina tundiya li dijî jinan bikin û gotûbêjan li ser wê yekê bikin, ku pêwîst e em bi giştî çi ji bo mafên mirovan bikin.

Hevdem wezîra derve ya Nemsa Karin Kneissl ji Kurdistan24ê re got: Ev diwem car e ez Nadya Murad dibînim, yekem car min di merasîma 25emîn salvegera ragihandina Mafên Mirovan de li Nemsa Nadya dît, me li wir civînek lidar xist û min li axaftinên wê guhdarî kir.

Karin Kneissl got jî: Gellekî giran e gotinek bê dîtin, ku karibe behsa wan dijwariyan bike, ku bi serê Nadya Murad hatine, Niha Nadya semboleke ji bo jinan û zilaman ji bo wekheviyê.

N.O