Hakim Qadir: Hikûmranî bê YNK û PDKê zehmet e

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez dike, hikûmet û hikûmranî li Herêma Kurdistanê bê YNK û PDKê gelekî zehmet e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez dike, hikûmet û hikûmranî li Herêma Kurdistanê bê YNK û PDKê gelekî zehmet e.

Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir ji rojnamevanan re ragihand, hikûmranî li Kurdistanê bê YNKê zehmet e û di heman demê de bê PDKê jî zehmet e.

Qadir dibêje: “Xelkê Kurdistanê deng da, ji bo jiyaneke wan ya ji  niha baştir hebe, ji ber wê pêwîst e PDK û YNKê bi berçavgirtina berjewendiyên giştî û daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê gavan bavêjin û sermiyan û samanên welêt bixin xizmeta gel.”

Niha aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hewla pêkanîna hikûmetê de ne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiya yekem, naxwaze hikûmeteke ferehalî wek ya kabîneya bûrî dubare bibe.

 

S. B