Hakim Qadir: Hikûmranî bê YNK û PDKê zehmet e
Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez dike, hikûmet û hikûmranî li Herêma Kurdistanê bê YNK û PDKê gelekî zehmet e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez dike, hikûmet û hikûmranî li Herêma Kurdistanê bê YNK û PDKê gelekî zehmet e.
Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir ji rojnamevanan re ragihand, hikûmranî li Kurdistanê bê YNKê zehmet e û di heman demê de bê PDKê jî zehmet e.
Qadir dibêje: “Xelkê Kurdistanê deng da, ji bo jiyaneke wan ya ji niha baştir hebe, ji ber wê pêwîst e PDK û YNKê bi berçavgirtina berjewendiyên giştî û daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê gavan bavêjin û sermiyan û samanên welêt bixin xizmeta gel.”
Niha aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hewla pêkanîna hikûmetê de ne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiya yekem, naxwaze hikûmeteke ferehalî wek ya kabîneya bûrî dubare bibe.
S. B