Îran: Di demeke nêzîk de girîngiya serdana Serok Barzanî bo Bexdayê derdikeve
Serkonsolê Îranê li Herêma Kurdistanê tekez dike, serdana Serok Barzanî bo Bexdayê mizgîniya dahatûyeke baş dide û girîngiya wê jî di demên nêzîk de derdikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serkonsolê Îranê li Herêma Kurdistanê tekez dike, serdana Serok Barzanî bo Bexdayê mizgîniya dahatûyeke baş dide û girîngiya wê jî di demên nêzîk de derdikeve.
Serokonsolê Îranê li Herêma Kurdistanê Sedula Mesûdiyan li ser serdana Serok Barzanî bo Bexdayê ji K24ê re ragihand, ew serdan hêjayî ye ku pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û Iraqê bikin, nêzîkbûnek dirust dibe û mizgîniya dahatûyeke baş jî dide.
Mesûdiyan got: “Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê çendî nêzîk û bihêz bin û li ser bingeha destûra Iraqê bi pêş ve biçin, sûda wê di berjewendiyên welatiyan de dibe.
Serkonsolê Îranê got: “Girîngiyeke wê serdanê hebû, di baweriya min de girîngiya wê di dahatûyeke nêzîk de derdikeve. Hêvîdar in ew nakokiyên di beşeke destûr de li ser mafên xelkê Kurdistanê hebûn, bêne çareserkirin û bigihin encamên dilxweşker.”
S. B