Navendeke taybet bi tîşk û çarekirina Penceşêrê li Hewlêrê tê vekirin
Îro li bajarê Hewlêrê, kevirê bingehîn ji bo avakirina navendeke taybet bi tîşkê (Tîrêjê) û çarekirina nexweşiyên Penceşêrê hat danîn.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro li bajarê Hewlêrê, kevirê bingehîn ji bo avakirina navendeke taybet bi tîşkê (Tîrêjê) û çarekirina nexweşiyên Penceşêrê hat danîn.
Wezîrê tendirustiya Herêma Kurdistanê Rêkewt Heme Reşîd ragihand, piştî ku rewşa Herêma Kurdistanê baş bû û ji kirîza abûrî derbas bû, me karî dest bi piroje bikin û biryar e di nava şeş mehan de bidawî bibe.
Rêkewt Heme Reşîd diyar kir, ku di demeke nêzîk de, ewê amêreke tîşkê ji bo Silêmaniyê re jî peyda bikin û sentereke taybet bi çarekirina Penceşêrê wê li Dihokê jî bê vekirin.
Herwiha eşkere kir, ku Wezareta Tendirustiyê wê bi gujmê milyar û 200 milyon Dolaran pirojeyan di vî warî de bike.
Wezîrê tendirustiya Herêma Kurdistanê zelal jî kir, ku di dema dawî de, 100 nexweşên Penceşêrê çareser bûne û bi vê helkeftê wê merasîmek bê lidarxistin.
N.O