Seder gefê dike

Rêberê Şepêla Sedir û firakisyona Sairûn di Perlemana Iraqê de Muqteda Sedir ragihand, ku ji bilî berbijarên serbixwe ji bo postên Wezaretên Bergirî û Navxwe, ew bi ti çareyeke din razî nabin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rêberê Şepêla Sedir û firakisyona Sairûn di Perlemana Iraqê de Muqteda Sedir ragihand, ku ji bilî berbijarên serbixwe ji bo postên Wezaretên Bergirî û Navxwe, ew bi ti çareyeke din razî nabin.

Muqteda Sedir li ser Twitterê nivîsiye: Gelê min, ez ne sedema paşketina pêkanîna Hikûmetê me, lê ez bûme sedema paşketina pîlanên wan, lewra dixwazim hûn guh nedin wan.

Herwiha nivîsiye: Em ji bo postên Wezîrê Bergiriyê û yê Navxwe, kesî ji bilî berbijarên serbixwe qebûl nakin.

Muqteda Sedir pêşinyar kiribû, Adil Ebdilmehdî lezê di pêkanîna kabîneya xwe ya wezarî de bike û derî li ber xwe berbijarkirinê veke.

N.O