Encûmena Parêzgeha Kerkûkê: Emê piştevaniya xwediyên dikanên şewitî bikin

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di daxuyaniyekê de, piştevaniya xwe ji bo xwediyên dikanên şewitî yên qeyseriya Kerkûkê da xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di daxuyaniyekê de, piştevaniya xwe ji bo xwediyên dikanên şewitî yên qeyseriya Kerkûkê da xuyakirin.

Di daxuyaniyê de hatiye: Em piştevaniya xwediyên dikanên şewitî bikin, daku em ziyana li wan bûye kêm bikin.

Herwiha hatiye: Em hemû bizavên xwe bikin, daku em wan qerebû bikin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ji Hikûmeta Bexdayê û rêxistinên navdewletî xwest ku, destwerdanê bikin, heya ku ev karesat derbas bibe.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye: Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dike, aliyên emnî lêkolîneke zelal li ser vê bûyerê bike.

Şevê din agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket û di encamê de piraniya dikanên wê bazarê şewitîn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, ku şevê din agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket û li gorî zanyariyan bêtirî 350 dikanî şewitîn.

Herwiha got jî: Tevî ku bi fermî sedema pêketina agir nehatiye ragihandin, lê tê gotin, ku bi sedema şortê kehrebê bûye.

Bazara Qeyserî ya Kerkûkê yek ji cihên dîrokî yên wî bajarî ye û dîroka wê vedigere sala 1955an. Herwiha 7 deriyên wê bazarê hene.

N.O