Serxwebûna Kurdistanê bîngeha ewleyî û çareseriya pirsgîrekan li herêmê ye
Bîrmend û Nivîskarê Tirk Ismail Beşikçi, ji bo çareseriya pirsgîrekên herêmê û ewleyiyê, diyarkir, Kurdistan divê serbixwe be
K24 – Navenda Nûçeyan
Bîrmend û Nivîskarê Tirk Ismail Beşikçi, ji bo çareseriya pirsgîrekên herêmê û ewleyiyê, diyarkir, Kurdistan divê serbixwe be.
Beşikçi li paytexta Amerika Washingtonê, di konferansekê de ku, berpirsên Amerîkî û Kurd beşdarî kirî de axifî û anî ziman ku, hêza sereke ku Amerika dikare baweriyê pê bîn e, Kurd in.
Liser seredana Serok Barzanî ya Bexdayê jî Beşikçi diyarkir, “Ev pêngava Barzanî, pêngavek wêrek û zanyaran e bû. Ji bo çarenivîsa Kurdan jî siyasetek domdar û zîrekane dive bê birêvebirin”.
Yekîtiya Kurd di vê pêvajoyê de girîng binav kir û sekna yekgirtî wekî binemayek serkeftinê di vê proseyê de wesf kir.
Beşikçi, piştî Washingtonê, dê li Newyorkê jî liser Mijara rastiya Kurd, konferansekê lidar bixe.
C.B