3 sal bi ser kuştina Tahir Elçî derbas bûn
Di 3'yemîn salvegera kuştina Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de, hîn jî tarîtiya li ser bûyerê nehatiye ronîkirin!..
K24 – Navenda Nûçeyan
Di 3'yemîn salvegera kuştina Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de, hîn jî tarîtiya li ser bûyerê nehatiye ronîkirin.
Di nav 3 salên derbasbûyî de 2 serdozger û 4 dozgerên ku doz bi rê ve dibirin, hatin guhertin. Ji aliyê din ve, hîn li ser çekên 30 polîsên ku wê demê di kuçeya Minareya Çarling de bûn, lêkolîna krîmînal nehatiye kirin. Li gorî amajeyên parêzerên malbata Elçî; ji ber ku naveroka dosyeyê veşartî ye, ew nikarin xwe bigihînin hûrgiliyên bûyerê.
Parêzer Neşet Gîrasun 3 salan bi Tahîr Elçî re xebitiye. Gîrasun amaje dike ku Serdozgeriya Diyarbekirê ji bo ronîkirina dozê berpirsiyariya xwe bi cih nehaniye û heger ew ji hiqûqa navxweyî encamekê negirin, dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Neşet Gîrasun - parêzerê malbata Tahîr Elçî, diyar dike:
"Di dosyeyê de wekî gumanbar tu kes tune ye. Ji xwe şaşiyeke mezin jî ev e. Pêwîst bû, ku ji roja pêşîn û pê de ew kesên ku li cihê bûyerê çek bikaranîne wekî gumanbar bihatina guhdarkirin. Lê ev nehat kirin, ev kêmasiyeke dozgeriyê ye."
Parêzerên Malbata Elçî amaje dikin ku, Elçî li ber kamerayan hat kuştin, lê 13 çirke ji qeydên kameraya polîsan wenda ye û ew 13 çirke jî dîmenên kêliya kuştina Tahîr Elçî ne. Baroya Diyarbekirê ji bo ronîkirina bûyerê deng û dîmenên dema kuştina Elçî rêkirine Londonê, lê hîn tu encam ji wê lêgerînê jî derneketiye. Li gorî ragihandina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Mihemed Emîn Aktar, ji bo ronîkirina bûyerê bi têra xwe delîl hene lê nayê xwestin ku bûyer were ronîkirin.
Mihemed Emîn Aktar – mafnas, tîne ziman:
" Em dizanin ku Tahîr Elçî bi guleya polîsan hatiye kuştin. Ev ne tişteke veşatiye ; dozgerî jî vê yekê dizane. Lê em nikarin bêjin kîjan polîs e. Jixwe polîsên kul i wir gule berdane diyar in."
Di sala 2015'an de di navbera hêzên PKK'ê û hêzên Dewleta Tirk de li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê şerê xendekan dest pê kiribû. Di wî şerî de bi sedan çekdarên PKK'ê û hêzên ewlekariya Tirk canê xwe ji dest dabûn û gelek avahiyên dîrokî yên Sûra Diyarbekirê texrîb bûbûn. Yek ji van avahiyan jî Minareya Çarling a ku dîroka wê heta 515 salan diçe bû. Ji ber ku lingên minareyê jî rastî texrîbên gulebaranê hatibû; Tahîr Elçî ji bo dijderketina şer û aloziya di nav bajaran de û ji bo ku balê bikişîne texrîba ser minareyê; 28'ê Mijara 2015'an; di daxuyaniya li ber Minareya Çarling de hat kuştin û ji wê rojê heta niha hîn jî kujerên wî nehatine aşkerakirin.
C.B